Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qonaxa duyem a projeya tendirustiyê ya zarokan ragihand

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyeke nû ya taybet di warê tendirustiyê de dest pê kiriye û qonaxa duyem a wê projeyê radigihîne.
13.06.2023, Sal - 06:42
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qonaxa duyem a projeya tendirustiyê ya zarokan ragihand
Nuçe Belav bike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyeke nû ya taybet di warê tendirustiyê de dest pê kiriye û qonaxa duyem a wê projeyê radigihîne, herwiha Cîgirê Serokê Dezgehê diyar dike, armanca wan ew e ku xizmeta zêdetir ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Îbrahîm Semîn ragihand, projeyeke girîng dest pê kiriye, ku taybet bi sektora tendirustiyê û bi çareserkirina zarokên nexweş li derveyê Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Îbrahîm Semîn diyar kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dema salekê ye ku ligel Rêxistina Gundê Aştiyê ya li Almanyayê dest bi vê projeyê kiriye û di qonaxa yekem de 9 zarok ku temenên wan li jêr 12 salî bûn, bo Almanyayê hatin şandin, bi mebesta tedawiya pêwîst.

Semîn eşkere kir ku sibe roja sêşemê di çarçoveya qonaxa duyam a vê projeyê de 8 zarokên din dê bo Almanyayê werin şandin, ku ew zarok ji bajar û navçeyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê ne.

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, tîmên dezgehê di nava salekê de ji bo zêdetirî 2000 zarokan pişkinînê kirine û piştre dosyeyên wan şandine Rêxistina Gundê Aştiyê ya li Almanyayê, piştî lêkolînan, navên 30 zarokan vegerandine û ragihandine ku tedawiya wan zarokan li cem wan pêk tê û bê beramber dikarin tedawî bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:40:31