Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê Îvan Fayiqê jî dabû xuyakirin ku 293 malbatên Kurdên Êzidî bi dilê xwe ji kampên Duhokê vegeriyane Şingalê.
Îvan Fayiqê herwiha destnîşan kir ku pêvajoya vegerê bi hevahengiya hêzên ewlehiyê bê pirsgirêk bi rê ve diçe.
Hikûmeta Îraqê Rêkeftina Şingalê cîbicî nake
Rêvebera Giştî yê Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan a Wezareta Karên Navxwe Sirwe Resûlê diyar kir ku vegera penaberan a Şingalê berdewam nake û Îraq alîkariyê nake.
Sirwe Resûlê, di nava 2 salan de 198 malbat vegeriyane Şingalê û roja 9ê Tebaxê jî 19 malbatên din vegeriyane.
Herwiha Sirwe Resûlê destnîşan kir ku Hikûmeta Îraqê Rêkeftina Şingalê cîbicî nake.