Bûyer demjimêr 01:00 nîveşeva Duşembê 29ê Tebaxa 2022an li ser rêya Erbet-Silêmaniyê çêbûye.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Silêmaniyê, Behmen Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “otomobîleke ji corê BMW bi lezeke zêde li motorsîklêtekê qelibiye û di encama bûyerê de 3 zarokên li ser motorsîklêtê canê xwe ji dest dane.”
Behmen Ebdullah herwiha got, temenê her sê zarokan di navbera 12-13 salan de ye û şofêrê otomobîlê de 20 salî ye.
Bi gotina Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Silêmaniyê, her sê zarok û şofêrê otomobîlê xelkê navçeya Erbetê ne.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Silêmaniyê destnîşan kir, “piştî bûyerê şofêrê otomobîlê reviyaye lê belê polîsên Erbetê karîne wî li Komelgeha Erbetê desteser bikin.