Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de sê deriyên din tên vekirin

Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de sê deriyên din yên sînorî tên vekirin.
27.03.2017, Pts - 12:40
Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de sê deriyên din tên vekirin
Nuçe Belav bike

Serokê lêjneya bazirganî li parlamentoya Kurdistanê Macîd Osman ji BasNewsê re got, di çarçoveya berfirehkirina pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de sê deriyên din tên vekirin.

Macîd Osman her wiha got, yek ji wan deriyan bi navê deriyê “Şînava” ye, deriyek jî li kêleka deriyê Îbrahîm Xelîl e û yê din jî heta niha cihê wê nehatiye kifşkirin.

Serokê lêjneya bazirganî anî ziman ku biryara vekirina wan deriyên sînorî di serdema Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Sînan Çelebî de hatibû dayîn.

Li gorî agahiyên Macîd Osman, beriya şerê DAIŞê biryar hatibû dayîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de hêla tirênê (qetar) jî bê kişandin lê ji ber şer ew piroj pêk nehatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:43