Di navbeyna Mesrûr Barzanî û şandeke serbazî ya Amerîkî de hevdîtin pêkhat

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh êvarê 21ê Hezîranê pêşwaziya şandeke serbazî ya Amerîkayê bi Serokatiya Şêwirmendê pilebilind ê artêşa Amerîkayê li Iraqê Keith Phillips kir.
22.06.2022, Çar - 05:41
Di navbeyna Mesrûr Barzanî û şandeke serbazî ya Amerîkî de hevdîtin pêkhat
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Sêşemê pêşwaziya şandeke serbazî ya Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên emnî û hevkariya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge di şerê li dijî paşmahiyên DAIŞ de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa ewlekariya Iraqê, şerê li dijî DAIŞê û terorê bi giştî û giringiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya pîştevaniya Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge kir û hêviya serkeftinê jî bo general Keith Phillips di erka wî ya nû de xwest.

Herwiha General Keith Phillips jî pesnê hewl û rola Serokwezîr yên di prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge da û tekezî li ser vê yekê kir ku, ev reformên hanê sedemeke bihêz in bo berdewambûna hevkarî û piştgîriyên hevpeymanan bi taybetî Amerîka bo hêzên pêşmerge yên

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:46