Di ser biryara dîrokî ya 'herêma dije firînê' ya ku Kurd ji rejîma Beasê parastibûn re 32 sal derbas bûn

Di ser biryara 688 a Encûmena Ewlariya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî re ku di 5ê Nîsana 1991an de li Başûrê Kurdistanê qedexeya firînê ragihandibû û êrîşên rejîma Sedam Husên bi dawî kiribû, 32 sal derbas bûn.
06.04.2023, Per - 05:45
Di ser biryara dîrokî ya 'herêma dije firînê' ya ku Kurd ji rejîma Beasê parastibûn re 32 sal derbas bûn
Nuçe Belav bike

Piştî Raperîn a ku di Adara 1991an de li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, rejîma Baas a Iraqê bi hemû hêza xwe êrîşeke berfireh li dijî gelê Kurd da destpêkirin. Bi sed hezaran Kurdên ku ji ber êrîşan reviyan, xwe spartin sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.

Encûmena Ewlariya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Fransa û Belcîkayê di 5ê Nîsana 1991an de ji bo parastina Kurdan ji êrîşên artêşa Iraqê, gihandina alîkariyên mirovî, vegera penaberan bo cihên xwe yên berê û misogerkirina herêma ewle li Başûrê Kurdistanê biryar da.

Bi biryara 688an a Encûmena Ewlariya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî re derbasbûna hêzên rejîma Baas a li bakurê paralela 36an hate qedexekirin û 'herêma dije firînê' ava kir. Bi vî awayî di qada navneteweyî de yekemîn gava avakirina rêveberiya Herêma Kurdistanê ya îro hat avêtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo salvegera vê biryarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got, “Biryara Encûmena Ewlariya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî ya 688an rê da ku alîkariyên mirovî bigihêjin gelê me yê ku li çiyayan asê mabûn û rê li ber me vekir ku em li gorî xwe serweriyê bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:35:06