Di şeva sersalê de zêdeyî 70 kesan li Herêma Kurdistanê birîndar bûne

Di şeva sersala îsal (2023) de, li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê ti kesekî canê xwe ji dest nedaye, lê belê 273 kes bi sedema bûyerên cor bi cor rakirine nexweşxaneyan ku zêdeyî 70 kes ji wan li Duhok û Silêmaniyê ji ber fîşekên hewayî birîndar bûbûn.
02.01.2023, Pts - 05:37
Di şeva sersalê de zêdeyî 70 kesan li Herêma Kurdistanê birîndar bûne
Nuçe Belav bike

Bûyerên li Hewlêrê

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand, di şeva sersalê de li Hewlêrê 30 kes bi sedema fîşekên hewayî yên taybet bi ahengên pêşwaziya li sersalê birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de tê gotin, wan li Hewlêrê bi riya 10 tîman li cihên cuda çareseriya birîndaran kirine.

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê diyar kiriye, birîna wan kesan sivik bû, lewra her li cihê bûyerê hatin çareserkirin û pêdiviya wan bi nexweşxaneyê nebû.

Bûyerên li Silêmaniyê

Rêveberê Kargêrî yê Navenda Hewarçûnê ya Silêmaniyê, Îrfan Elî ji Rûdawê re got, “ji demjimêr 15:00 piştî nîvro ya roja 31-12-2022an ve heta demjimêr 03:00 sibeha îro Yekşembê 01-01-2023 li Silêmaniyê 114 bûyer çêbûne, ku 42 bûyer ji ber lîstkên agirîn anku fîşekên hewayî bûne, 41 kes li cihê bûyerê hatine çareserkirin û yek kes bo nexweşxaneyê hatiye şandin, herwiha 33 bûyerên birîndarbûnê hebûn ku tenê pêwîstiya 2 ji wan bi nexweşxaneyê hebûn.”

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed jî ji Rûdawê re diyar kir, ku li sînorê Silêmaniyê di şeva sersalê de ti bûyereke teqekirin, dizîkirin û birîndarkirina bi çekan nehatiye tomarkirin.

Parêzgeha Duhokê

Rêveberê Hewarçûna Duhokê, Heysem Berbuharî jî ji Rûdawê re got, ew di şeva sersalê de bi riya 30 tîman di amadebaşiyê de bûn ji bo ku alîkariya welatiyan û geştyaran bikin.

Heysem Berbuharî da zanîn, di şeva sersalê de wan pêşwazî li zêdetir ji 50 nexweşên bûyerên cuda cuda kiriye.

Berbuharî da xuyakirin, di nava bûyeran de 30 kes ji ber fîşekên hewayî birîndar bûn ku pêwîstiya wan bi dermankirinê hebû, lê tekez kir, “ti bûyereke mirinê di şeva sersalê de nehatine tomarkirin.”

Rewşa li Helebceyê

Rêveberê Kargêrî yê Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Helebceyê, Seidî Rifet jî ji Rûdawê re axivî û got, ji demjimêr 08:00 sibeha doh ve bo 08:00 sibeha îro, 79 nexweşên cor bi cor serdana Nexweşxaneya Hewarçûnê kirine, lê ti yek ji wan ji ber bûyerên sersalê nebûne.

Seidî Rifet destnîşan kir, ti birîndarekî gule, şewitîna bi sedema fîşekên hewayî û ti kesek ku miribe, di wê dema diyarkirî de bo nexweşxaneyan nehatine veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:17