Dijeterora Kurdistanê: Di encama teqîna mînekê de Pêşmergeyek şehîd bû
Dijeterora Kurdistanê radigihîne, Pêşmergeyek ji bo komkirina geyayan berê xwe da çiya, lê mînek pê de teqîna û jiyana xwe ji dest da.
24.03.2023, Cum - 05:27
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Pêşmergeyê Xelat Ehmed Ebdullah dema bi armanca komkirina geyayan li çiyayê Mûsaka li devera Mazûrî Bala bû, mînek pê de teqiya û di encamê de şehîd dibe.
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîd Xelat re dixwazin, ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin ku giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebrê û aramiyê bide her aliyekî.”
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 930 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:10