Dizeyî: Bila PKK derdora gund û avadaniyan vala bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bangewazî li PKKê kir û ragihand, “Em daxwazê ji PKKê dikin derdora gund û avadaniyan vala bike, da ku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî."
22.03.2018, Per - 12:54
Dizeyî: Bila PKK derdora gund û avadaniyan vala bike
Nuçe Belav bike

Sefîn Dizeyî li ser êrişa dawîn a Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî dilgiraniya xwe îfade kir û destnîşan kir ku, ”Di demekê de hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina cijina Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çûbûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregayên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdidtanê şehîd bûn."

Dizeyî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwast û cih da van peyaman:
"Em dilgiraniya xwe li hember biarmancgirtina gund û avadaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku mixabin, ji ber nêzîkiya baregayên PKKê ji wan gund û avadaniyên wê deverê, her tim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend car in hevwelatî dibin qurbanî. Em daxwazê ji PKKê dikin derdora gund û avadaniyan vala bike da ku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1960 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:40