Dr. Mehmud Osman: Piştî referandûmê em ketin qonaxeke nû

Mehmud Osman siyasetvanê navdarê Kurd axatina xwe de bal kişand ser mijarên rojevê li Kurdistanê û Iraqê û hewlwesta welatan li hember Herêma Kurdistanê ya piştî encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê.
30.09.2017, Cts - 14:45
Dr. Mehmud Osman: Piştî referandûmê em ketin qonaxeke nû
Nuçe Belav bike

Dr. Mehmud Osman li gel ajansa sputnîk hevpeyvînek kir. Di derbarê biryarên rêveberiya Bexdayê û bertekên welatan derbarê encamdana referandûmê de got,"Xuya ye tev welat ligel encamdana referandûmê de nebûn û eger herdu hikumetên Iran û Tirkiye hevkariya Bexdayê bikin, li wê demê hikumeta Iraqê wê bikare hinekî ji wan biryara li ser herêma Kurdistanê cî bi cî bike."

Siyasetmedarê Kurd da xuyakirin, "Lê ev yek jî grêdayî helwesta welatên cîhanê ye, gelo ewê bê deng bibin yan jî helwest werdigirin û piştevaniya Iraqê dikin, yan jî piştevanya herêma Kurdistanê dikin û bêjin: Em qayîl nabîn ti dorpêç li ser herêmê werin sepandin. Ez bawerim ku faktora derekî anku ya cîhanê wê bandora xwe bêtir hebe eger helwest wergire. Ta niha helwesta hinek welatan pir başe bo nimûne helwesta Rûsya ku ez spasya Rûsyayê dikem jiber wê helwesta wê li hember referandûmê û mafên gelê kurd û ew helwest bi rastî cihê spasiyê ye. Ji ber ku em mêze dikîn di hemberê de helwesta Amerîkayê pir xrab e û ti cara li gel mafên gelê kurd nîne. Lê serkirdatiya kurd ew helwesta Amerîka baş fêm nekiriye, helwesta Rûsya hîn baştir e her çend dibêje em ligel yek perçeya Iraqê de ne, lê em rêzê ji maf û îradeya gelê kurd re digirin."

Osman li ser helwesta Îranê jî ev nirxandin kir: "Helwesta Îranê xuyaye û baş nîne, yekem di Îranê de kurd heye û ti mafekê wan nîne. Û çi car naxwaze li derveyî sînûrê xwe kîyanek siyasî ji boy kurda hebe. Ya diduyan: Îran piştevaniya şîeyan dike hikumeta Bexdayê şîe birêve dibin û Îranê jê re hevkar e jiber vê yekê çêdibe alîkariya hikumeta Iraqê bike ji bo cîbicîkirina wan biryarên ku li djî herêma Kurdistanê derxistine."

‘TIRKIYE TI CAR DOSTANIYA KURDAN NAXWAZE'

Dr. Mehmud Osman li ser helwesta Tirkiyê ya dijatiya referandûmê û encamên wê jî wiha axivî:
" Min her tim gotiye Tirkiye çi car dostatîya kurda naxwaze û dujmin e û pir regezperist in (şovînî ne) hun dibînin ew çi bi serê kurdên xwe dînin û eger ew li gel kurdên xwe xerabin wê çewa ligel kurdên perçeyên din baş bin? Lê wiha xuyaye ku serkirdên kurd li vir ji ber berjewendî û neft û bazirganî û aboriyê bi başî di helwesta Tirkiye negihane. Ew wiha barwer bûn ku helwesta Tirkiye bi vî awayî tund nabe, lê kerem ke û temaşe bike helwesta Tirkiye ji helwesta tev aliyên din tundtir e. Ew dijî mafên kurda ye û kurdên xwe bi terorîst nas dike û dijî herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê ye û di heman demê de jî axaftinên berpirsên Turk ji axaftinên tev alên din tundtir û xerabtir in li dijî herêma Kurdistanê, li cem min ev helwesta Tirkiye tiştek nû nîne ez bawer bûm ku ev helwesta wa hebe."

‘BANDOREKE MEZIN A RÛSYAYÊ LI SER TIRKIYÊ HEYE'

Siyasetmedarê Kurd bal kişand ser helwesta civaka navdewletî û bi bîr xist ku bandoreke mezin a Rûsyayê, bi taybet jî li ser Tirkiyê.

‘WELATÊN MEZIN RÊ NADIN DESTWERDANA LEŞKERÎ YA HERÊMA KURDISTANÊ'

"Her wekî min got ew yek girêdayî helwesta civaka navdewletî û welatên cîhanê ye. Eger helwesta wa rê bide reng e Tirkiye gavên tundtir bihavêje. Lê divê çaverê helwesta welatên mezin bikin. Gelo Rûsya çi dibêje? Rûsya bandoreke mezin li ser Tirkiye heye Amerîka çi dibêje? Ewrupa çi dibêje? Gelo ev welat bê deng dimînn, hîç tştekî nabêjin rê didin yan rê nadin? Ji ber ku Tirkiye û Bexda û Îran renge tev karên li dijî herêma Kurdistanê bikin û şer jî bikin eger derfeta xwe hebe, lê di dema şerê li dijî DAIŞê de herêma Kurdistanê têkiliyên baş ligel welatên cîhanê hebûn, eger herêma Kurdistanê dorpêç bikin, gelo ewê çi bikin û çi helwesta wa hebe? bi baweriya min ew bê deng nabin û rê li hember digirin."

‘HELWESTA AMERÎKA PIR XERAB E'

Dr. Mehmud Osman got: "helwesta Amerîka pir xerabe û helwesta Amerîkayê li hember pirsgirêka gelê kurd, her wiha xerab bûye û Amerîka Iraq bi yek welat dizane û her tim ligel Bexdayê reftarê dike û ti car ligel kurda helwesteke erênî nebûye. Amerîka hevpeymana Bexda di salên pênciyî de, di sed sala derbas bûyî de çêkir û komara Mihabadê ruxand û rê bi êrişa Seddam da di sala 1991ê de û kurd koçberî Tirkiye û Îranê bûn û Amerîka ti helwestek di dîrokê de li hember gelê kurd baş nebûye û min ti helwesteke erênî ji Amerîkayê nedîye,ew siyaseta xwe dikin, ew dibêjn Iraq yek welate û kurd jî pile duwemîn in di Iraqê de û her arîşe û pirisgirêkek rû daye Amerîka fişar li ser kurda kiriye û ti fişar li ser Bexdayê nekirine. Sebaret referandûmê jî Amerîka li dijî bû û gelek tekez li ser dijatiya xwe kir, lê referandûm niha çêbû û helwesta Amerîka baş nîne û ti raman jî nîne ku li dijî daxwaziyên gelê kurd be."

‘KURD LI ŞÛNA AMERÎKAYÊ BERÊ XWE BIDIN RÛSYAYÊ WÊ GELEKÎ BAŞTIR BE'

Osman da xuyakirin, "Çêdibe hin guhertin di nav helwesta hin welatên cîhanê di pêşerojê de rû bide, lê bi baweriya min pêwîst e kurd xwe ji Rûsyayê nêz bike ji ber ku helwesta Rûsyayê li hember daxwaziyên gelê kurd pir başe û Rûsya welatekî pir mezin e û bandora xwe li cîhan û devera rojhilata navîn heye. Bi taybetî li ser Tirkiye û Îran û Suriyê û Iraqê bêtir ji Amerîka heye, em jî weku kurd di vê navçeyê de dijîn, evca bi baweriya min pêwîst e kurd hinekî ji Amerîka dûr bikevin û pişta xwe bi Amerîkayê qeyîm neke û rûyê xwe bide Rûsyayê gelekî baştir bibe."

‘ENCAMÊN REFERANDÛMÊ PIR GIRÎNG IN, EM KETIN QONAXE NÛ'

Dr. Mehmud Osman bal kişand ser yekgirtina Kurdan û got, "Yekemîn kar pêwîst e kurd hevgirtî bin û tev partiyên siyasî û hikumet û parleman û kesên pispor biryarê wergirin ew çawa ligel Bexdayê û cîhana derve reftar û gotubêjan bikin. Ji ber ku referandûm û encamên wê tiştek pir girîng e. Em niha ketîne nava qonaxeke nû û dijwar û milletê kurd di referandûmê de serxwebûn xwestiye û niha li ser serkirdatiya siyasî ya kurd pêwîst dike, ew daxwaziya millet ku gotiye belê bo serxwebûnê cibicî bike."

‘DAXWAZIYA GELÊ KURD NABE MIJARA GOTÛBÊJAN'

Osman destnîşan kir, nabe encamên referandûmê û daxwaziya gel bibe mijara gotûbêjan û nabe referandûm were piştguhkirin, lê divê gotûbêj ligel Rûsya, Îran, Tirkiye, Bexda û her welatên mezin bê kirin.

"Divê hewl ji bo wê bidin û helbet bidestxistina vê daxwaziyê hin hêsan nîne. Lê her danûstandinek ligel Bexdayê karekî xerab nîne û pêwîste gotubêj hebe. Lê belê nabe gotubêj li ser hisaba encamên referandûmê û deng û daxwaziyên millet be, ji ber ku divê her karek li ser encamên referandûmê be û nabe referandûm bihê reş vekirin yan jî kar bi referandûmê nehê kirin, ew tişt nabe û pêwîste gotubêj ligel Rûsya û Îran û Tirkiye û Bexda û her welatekî eleqedar werin kirin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:40:16