Sekretera Giştî ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Dr. Viyan Silêman di gotara xwe de got: “Piştî lidarxistina kongreya heştemîn, di nava 5 salan de ji sala 2018 heta 2023an, me bi hemû hêza xwe hewl da ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê bipêş bixin. Di warê karînên mirovî de jî me kar kir ku kadroyên me di asta herî baş de xizmeta armancên rêxistinê bikin.”
Li gorî Dr. Viyan, wan hewl daye ku pirsgirêka jinan bibe mijareke giştî, di vê çarçoveyê de, 100 hezar û 499 jin ji hemû xebatên rêxistinê sûd wergirtine, her wiha 3 hezar û 497 çalakiyên perwerdeyê, kursên pîşeyî û semînerên hişyariya siyasî û civakî hatine dayîn.
Diyar kir jî, di vê heyamê de jî, projeya şêwirmendiya berî zewacê bi hevahengiya li gel tenduristiyê hatine pêşkêşkirin. Projeya piştevaniya tenduristiyê ji bo zarok û jinên malbatên kêmderamet, bi beşdariya 200 pizîşkên xwebexş di projeyan de û pêşkêşkirina çareseriyê ji 370 nexweşan re hatine kirin.
Dr, Viyan diyar kir jî: “1388 alîkariyên civakî ji bo jinên malbatên kêmderamet, herwiha cîbicîkirina projeyan bo bazarkirina berhemên destî yên jinan û peydakirina derfetên kar bo jinan, hatine kirin.”
Tekez kir jî, kongre di demekê de tê lidarxistin, Yekîtiya Jinan amadekariya qonaxeke din a têkoşîna wekhevî û neteweyî dike, ku rewşa herêmê û Kurdistanê di demeke diyarker re derbas dibe.