Drona ku li Hewlêrê hat teqandin a kê bû û kê ew xist xwarê?

Şeva borî li Hewlêrê li asîmanan dronek hatibû teqandin, hat ragihandin ku ev dron ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ve hatiye xistin.
28.12.2023, Per - 06:12
Drona ku li Hewlêrê hat teqandin a kê bû û kê ew xist xwarê?
Nuçe Belav bike

Şevê din, li nêzîkî gundê Aşokaniyê yê nahiyeya Behirkeyê ya Hewlêrê doroneke bombebarkirî hatibû teqandin.

Dijetorora Kurdistanê da zanîn ku ev dron ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ve hatiye xistin.

Dijetorora Kurdistanê herwiha destnîşan kir, di bûyerê de ti xisarên canî çênebûne.

Li gorî daxuyaniyê, berê wê dronê li Balafirgeha Hewlêrê bû û li bakurê balafirgehê hatiye xistin.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî Berxwedana Îslamî ya Îraqê daxuyand, ev dron a wan bûye û ew dê êrişên xwe bidomînin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşînê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiriye gelek caran êrişî balafirgehên li Hewlêrê tê kirin.

Ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 23 caran êrişî Balafirgeha Herîrê û Balafirgeha Hewlêrê yên li paytexta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di van êrişan de hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî tên hedefgirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 649 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:21:05