Du deriyên din ên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de tên vekirin

Di civînên dawî yê navbera berpirsên Herêma Kurdistanê û Îranê de rêkeftin ku du deriyên nû, li sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bên vekirin.
03.09.2022, Cts - 14:21
Du deriyên din ên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de tên vekirin
Nuçe Belav bike

Deriyê yekem dikeve zozanên Kêleşîn a devera Bradost a ser bi bajarokê Sîdekan a sînorê îdareya serbixwe ya Soranê, ku vekirina wî derî dê bandorekî rasterast li ser vejandina bazara wî sînorî bike û asankariyê ji bo hatûçûna hemwelatiyan jî çêbike.

Deriyê duyem jî dikeve sînorê parêzgeha Helebcê, ku wek deriyê Milexurd tê zanîn û vê derbarê de jî parêzgerê Helebcê û parêzgerê Sine civîneke çapemeniyê lidarxistin û parêzgerê Helebcê Azad Tofîq ragehand: ‘’Armanca hatina şandeya Îranê ji bo gotûbêj kirina li ser vekirina deriyê sînorî yê Milexurd ê di navbera Helebce û parêzgeha Sine de ye.’’

Piştre jî parêzgerê Sine Îsmaîl Ziraî ragehand: ‘’Helebce li gel me taybet e û tewanê li vê deverê pêkhatiye me jibîr nekiriye.’’ Herwaha got: ‘’Piştî şandeya teknîkî yên herdu aliyan serdana derî kir, em pêşbînî dikin heta meha pêş me deriyê sînorê Milexurd amade bibe û hemû tevgerekî bazirganî û aborî dê wî derî de bê kirin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:45