Du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin

Hat ragihandin ku, du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hatin avêtin.
31.08.2023, Per - 05:42
Du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, mûşek ji Xûrmatûyê hatine avêtin û ti ziyanek derneketiye holê.

Sala borî (2022) di nava pênc mehan de pênc caran mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin, îsal jî ev cara duyem e ku bi mûşekan kêlgeh tê bombebarankirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:43