Du welatiyên Kurd li Erebistana Siûdî koça dawî kirin

Îro welatiyeke Kurd a bi navê Sînam Îsmaîl Fetah û duh jî welatiyê bi navê Hacî Ehmed Îsa Sipîndarî di umreyê de li Erebistana Siûdî koça dawî kirin.
19.11.2022, Cts - 11:04
Du welatiyên Kurd li Erebistana Siûdî koça dawî kirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 19ê Mijdara 2022yan ragihand: “Îro welatiyeke Kurd a bi navê Sînam Îsmaîl Fetah a 68 salî û xeljê bajarokê Pîrmam li Erebistana Siûdî koça dawî kir.”

Herwiha eşkere kir: “Sînam Îsmaîl Fetah çend roj bûn bi mebesta encamdana umreyê serdana Erebistana Siûdî kiribû û duh ji ber celteya dil, li Mekeha pîroz bo Nexweşxaneya Melîk Feysel hatibû rakirin, tevî hemû hewldanan, mixabin îro koça dawî kir.”

Duh roja Înê 18ê Mijdara 2022yan, welatiyekî din ê bi navê Hacî Ehmed Îsa Sipîndarî jî li Erebistana Siûdî koça dawî kir ku bi mebesta umreyê li Erebistanê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:12:34