Duhok: Bazirganê herî mezin ê madeyên hişber hate girtin

Bazirganê herî mezin ê madeyên hişber li parêzgeha Duhokê û îdareya serbixwe ya Zaxo hate girtin.
10.07.2023, Pts - 06:08
Duhok: Bazirganê herî mezin ê madeyên hişber hate girtin
Nuçe Belav bike

Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Duhokê Eqîd Hêmin Silêman ragehand: ‘’Piştî fermana girtinê ji dadgehê bo çar tometbaran derket li ser tewana bazirganî kirin û belavkirina madeyên hişber li sînorê parêzgeha Duhokê û îdareya serbixwe ya Zaxo, di operasyonekî de asayîşa Zaxo li gel rêveberiya tekoşîna dijî madeyên hişber li Duhokê, bi hewkariya li gel polîsan karîn tometbarê serekî bigrin.’’

Herwaha got: ‘’Ew tometbarê serekî yê hatiye girtin, bazirganekî mezin ê madeyên hişbere û di dema bicîhanîna fermana girtinê de 3 tometbarên din ji yasayê reviyane û em teqez dikin dê bi westandina hêzên asayîşa navxwe ve dê demekî herî nêzîk de ew tometbarên din jî bên girtin û dê bigehin cezayê xwe yê yasayî.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:24:07