Duhok – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê qurbanên kareseta Şingalê tên bibîranîn

Di salvegera wê karesatê de îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, dê qurbanên wê jenosîdê bên bibîranîn.
03.08.2022, Çar - 07:15
Duhok – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê qurbanên kareseta Şingalê tên bibîranîn
Nuçe Belav bike

Heşt sal berî naha û di rojekî wek îro de roja 03.08.2014ê terorîstên DAIŞê bi awayekî hovane qeza Şingalê dagirkirin û bi hezaran kes ji xelkê wî bajarî revandin û şehîd kirin. Di salvegera wê karesatê de îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, dê qurbanên wê jenosîdê bên bibîranîn.

îro 03.08.2022yê demjimêr 10:00ê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek kesayetên berpirs û navdar ên Êzdî li qeza Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê beşdarî merasîma bibîranîna qurbanên karesata Şingalê bibin.

Di vê merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê û çend kesayetên din dê gotaran pêşkeş bikin û behsa rewşa koçberan û pirsgirêkên qeza Şingalê dê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 500 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:31:37