Duhok; Termekî şewitî di nav otomobîlekê de hat dîtin

Li qezaya Berdereşê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve termê kesekî di nava otomobîla wî de di rewşeke şewitî de hat dîtin.
10.11.2022, Per - 07:54
Duhok; Termekî şewitî di nav otomobîlekê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li qezaya Berdereşê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve termê kesekî di nava otomobîla wî de di rewşeke şewitî de hat dîtin. Li gor zanyariyên Rûdawê, temenê wî kesî 65 sal e û li pey xwe nameyek hiştiye.

Birêveberê Polîsê Berdereşê, Seidî Berzincî , “hêzên me li cihekî nêzîk navenda qezaya Berdereşê termeke şewitî di nava otomobîlekê de dîtine.”

Birêveberê Polîsê Berdereşê got, “Wî kesî li pey xwe nameyek hiştiye û di nameyê de hatiye nivîsandin ku wî ji ber nakokiyên bi zarokên xwe re xwe şewitandiye.”

Seidî Berzincî diyar kir, navê wî kesî Ebdulselam Îsmaîl, 65 salî û niştecihê qezaya Berdereşê ye.

Birêveberê Polîsê Berdereşê da xuyakirin, termê wî kesî bo pizîşkiya dadê ya Duhokê hatiye şandin û derbarê bûyerê de jî lêkolîn dest pê kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:00