Dukan: Di bûyerekî hatûçûnê de 5 kesan canê xwe ji dest dan

Îro 22.09.2022yê li ser rêya Dukan bo Ranyayê di bûyerekî hatûçûnê de 5 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, 2 hemwelatî jî birîndar bûn.
22.09.2022, Per - 11:18
Dukan: Di bûyerekî hatûçûnê de 5 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Berpirsê koordîneya nexwaşxaneya Xelekan Melbend Mihemed ragehand: ‘’Bûyer li ser rêya Xelekan bo Ranyayê pêkhat û du otomobîlan li hev dan.’’

Herwaha got: ‘’Di bûyerê de 5 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, ku endamên yek malbatê ne û 2 kes jî birîndar bûn.’’

Melbend Mihemed got: ‘’Naha hemû qurbaniyên bûyerê ji bo lêkolîna bijîşkî ji bijîşkê dadî re hatin veguhestin û birîndar jî ji bo çareseriyê li nexwaşxaneyê ne.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:16