Edhem Barzanî: Hêz ji bo aramî û ewlehiya welatiyan hatiye şandin

Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî diyar kir ku hêza ji bo Silêmaniyê hatiye şandin ji bo aramî û parastina xelkê ye.
22.12.2017, Cum - 07:02
Edhem Barzanî: Hêz ji bo aramî û ewlehiya welatiyan hatiye şandin
Nuçe Belav bike

Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, hêza Zêrevanî ya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo Silêmaniyê hatiye şandin, ji bo alîkariya hêza hikûmî ya li Silêmaniyê bike û ewlehiya wê parêzgehê biparêze û ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e. Edhem Barzanî herwiha got, tund û tûjî cihê navûdengiya Silêmaniyê û sînorê wî hilnaweşîne.

Barzanî wiha axivî: “Hêza ku hatiye wê parêzgehê, ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e, lê ji bo ewlehî û aramiyê xelkê hatiye û li hemberî her hêzekê radiwest e ku bixwaze ewlehî û aramiya Silêmaniyê têk bide. Her aliyek biryara derketina ji hikûmetê bide, mafê xwe ye, lê bi merca ne li ser hesabê xelkê û berjewendiyên xelkê be. Herr guleyek ji pişt xwepêşandanan bê, ew tê wateyê ku destekî ajawekar heye bo têkdana aramiyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:07