Elî Ewnî: Şerê birakujiyê ji me re heram e

Berpirsê PDKê li taxa Şêxan Alî Awnî, derbarê pevçûna di navbera hêzên YBŞ û Peşmergeyên Roj de ji Sputnikê re axifî. Ewnî got: Serokê Herêma Kurdistanê şerek ya di navbera birayan de li me kurdan heram kiriye. Ji ber vê jî ji bo sekinandina vî şerî çi ji destê hikûmetê bê ew dê bike.
03.03.2017, Cum - 07:46
Elî Ewnî: Şerê birakujiyê ji me re heram e
Nuçe Belav bike

Elî Ewnî wiha got:"Bi awayekî fermî hêj agahiyek neketiye ber destê me, lê ez baş pê bawerim ku dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku pêşî li ber şerek ya di navbera birayan de pêk neyê, çi ji dest bê wê bike. Ji ber ku qerara Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî jî birakujiyê ji kurdan re heram kiriye. Em tu caran naxwazin û rê nadin ku şerek ya birakujiyê çê bibe. Her wiha em rê nadin provakasyon û spekulasyonan jî."

Wek tê zanîn îro danê sibê Pêşmergeyên Roj ku xwestin bikevin Xanesorê, hêzên YBŞê jî teqe li wan kiribûn û di encamê 4 peşmergeyên Roj birîndar bibûn û şervanekî YBŞê jî jiyana xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:50