Elî Teter daxwaz ji PKKê dike ku ji parêzgeha Dihokê derkeve

Parêzgarê Dihokê Elî Teter ragihand, ji ber şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de, sêyeka gundên ser bi parêzgeha Dihokê wêran û vala bûne.
15.05.2025, Per - 16:02
Elî Teter daxwaz ji PKKê dike ku ji parêzgeha Dihokê derkeve
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 15ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de got: "Ji ber şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de li Herêma Kurdistanê, parêzgeha Dihokê zirara herî mezin dîtiye." 

Herwiha amaje diyar kir, nêzîkî %30 ji gundên parêzgehê hatine wêrankirin û bi temamî vala bûne. Sedema sereke ya nevegeriyana xelkê bo deverên xwe jî polîtîkayên PKKê ne.

Li gorî parêzgarê Dihokê, welatiyên wan gundan zêdetirî 38 sal in ku ji ber berdewamiya aloziyên ewlehiyê û hebûna çekdaran, venegeriyane deverên xwe.

Elî Teter daxwaz ji çekdarên PKKê kir ku ew gund û çiyayên ku tê de bicih bûne, vala bikin da ku xelk bikaribe vegere ser mal û halê xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bike.

Parêzgarê Dihokê piştgiriya rêveberiya parêzgeha xwe ji bo hewlên aştiyê yên di navbera Enqere û PKKê de tekez kir. Herwiha daxwaza temamkirina proseya aştiyê kir, ji bo dabînkirina aramiya navçeyê û vegerandina jiyana asayî ji bo gundên sînorî.

Herwiha eşkere kir, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji niha ve dest bi cîbicîkirina hin projeyên avedankirinê li deverên ziyan dîtine kiriye, di nav de qîrkirina rêya Geliyê Balinde ya ku ber bi deverên Nêrwe û Rêkan ve diçe, ji bilî temamkirina wan projeyên li deverên din ên wekî gundên ku dikevin binara Çiyayê Gare û Çiyayê Metîn."

 

Vî nûçeyê tevayî: 90 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:23:26