Elî Teter: Pirsgirêka herî mezin a herêma Badînanê, hebûna hêzên çekdar e

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ragihand, “Pirsgirêka herî mezin a tevahiya herêma Badînanê û bi taybet navçeya Amêdiyê, hebûna hêzên çekdar e.”
12.01.2023, Per - 13:49
Elî Teter: Pirsgirêka herî mezin a herêma Badînanê, hebûna hêzên çekdar e
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ji bo danîna xîm û kevirê bingehîn yê çend projeyan, îro 12.01.2023yê serdana navçeya Amêdiyê kir û di civîneke çapemeniyê de, pirsên rojnamevanan ên derbarê cîbicîkirina projeyên xizmetgozarî li parêzgehê û hebûna hêzên çekdar li Duhok û navçeya Amêdî da bersivand.

Parêzgerê Duhokê ragehand: “Pirsgirêka herî mezin a tevahiya herêma Badînanê û bi taybet navçeya Amêdiyê, hebûna hêzên çekdar ên derveyî yasayê ne. Ew jî bûye sedema ketina dewleteke biyanî di navçeyê de. Xelkê Amêdiyê dizanin ku vî şerî çend ziyanên mezin gehandiye wan, şer bûye sedem ku nîvê navçeyê neyê avakirin û nîvê din ê ku hatiye avakirin jî bi zehmetî xizmet bigehêjê.”

Parêzgarê Duhokê derbarê sektora geştyariyê de jî destnîşan kir, ew plan dikin zêdetir giringî bi sektora geştyariyê li parêzgehê bidin û dê di demek nêzîk de çend projeyên geştyariyê li parêzgehê cibicî bikin.

Navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî deverên parêzgeha Duhokê, bi berdewam rastî bombebarana Tirkiyê tên û şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û gerîlayên PKKê de gelek caran dibin sedema sivîl bibin qurbanî, bi sedan gund vala bibin û ziyan bigehe sektora geştyariyê.

Sektora Geştyariyê, yek ji stûnên herî girîng ên aborîya Herêma Kurdistanê ye, ji ber xwezaya wê ya bedew û hebûna deverên geştyarî û şûnwarî ku hejmareke mezin ji geştyaran ji parêzgehên curbicur ên Iraqê û ji derveyî Iraqê berê xwe didinê.

Li parêzgeha Duhokê dora 1400 cihên şûnwarî û geştyarî hatine tomarkirin û bi hezaran şûnwarên din ên ne tomarkirî jî lê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 404 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:53