Em 74emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe , bêyî westan ,bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.
16.08.2020, Paz - 11:33
Em 74emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin
Nuçe Belav bike

Birêz Serok Mesûd Barzanî

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK)

Em 74emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

16yê Tebaxa 2020an 74emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ya di 16yê Tebaxa 1946an de, di meşa azadîya Kurdistanê de merhaleyeke nû bû ku berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya nêzîkî 150 salî bû.

Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe , bêyî westan ,bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK(Partîya Demokrat a Kurdistanê) , hîmekî esasî yê têkoşîna azadîya Kurdistanê ye.

PDK, berdewamîya têkoşîna Babanan, Mîr Mihemed, Bedirxanîyan, Şêx Ûbeydulah e.

PDK, berdewamîya têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, Simko Axayê Şikakî ye.

PDK, berdewamîya têkoşîna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ye.

PDK, xwedî û nûnerekî bingehîn ê ked, û xebat û bedel û şehadeta bi sedhezaran Kurdistanîyan e.

PDK, aktorê esasî yê damezrandina Peymana Otonomîya 1970yî ye.

PDK, hîmekî esasî yê damezrandina Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê ye.

PDK, di rêxweşkirin û xwedîlêderkirina îradeya %93yê ‘Belê’ ya Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê de aktorekî esasî ye.

PDK, hîmeke esasîye di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî esasî yê wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em jî wek PAK xwe berdewamîya wê doza Şêx Seîd , Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir dibînin.

Em di wê bawerîyê de ne , jibo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin, jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî, û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê, 74 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikim.

Ez di 74emîn salvegera damzrandina PDKyê de rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Serokê Birêz , bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina PDKyê, ez serkeftinê ji cenabê we yê ku pêşmerge, serfermandar, endezyar, têkoşer û rêberê doza azadîya Kurdistanê ye re dixwazim. Serkeftinê ji hemû pêşmergeyên qehreman re û ji hemû rêvebir û endam û alîgirên PDKyê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 684 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:37:02