'Em ê di derbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de dozê vekin'

Bordî Sivîl ji bo Şopandina Karên Yaseyî yên bûdceya 2017an a Iraqê çend daxwaz pêşkêşî parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê kirin. Yek ji wan parlamenterên Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir di derbarê mijarê de got, "ew ê doza yaseyî li hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî ya Iraqê vekin."
20.02.2017, Pts - 15:30
'Em ê di derbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de dozê vekin'
Nuçe Belav bike

Bordî Sivîl ji bo Şopandina Karên Yaseyî yên bûdceya 2017an a Iraqê çend daxwaz pêşkêşî parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê kirin. Yek ji wan parlamenterên Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir di derbarê mijarê de got, "ew ê doza yaseyî li hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî ya Iraqê vekin."

[Mesûd Barzanî]
© AFP 2016/
Barzanî derbarê budceya sala 2017an daxuyaniyek da
Hat ragihandin ku nûnerên saziya Bordî Sivîl ji bo Şopandina Karên Yaseyî yên di derbarê bûdceya 2017an a Iraqê de îro çûn serdana ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê. Nûneran li wir çend daxwaz pêşkêşî parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê kirin û daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniya çapemeniyê de yek ji endamên saziya Bordî Sivîl ji bo Şopandina Karên Yaseyî yên bûdceya 2017an a Iraqê, Tariq Tahir di derbarê wan daxwazên ku ji bo parlamenterên Kurd hatine pêşkêşkirin de got, "Wekhevî 3u yekîtiya kom û parlamenterên Kurd ên li Bexdayê pir girîng û pêwist e. Em dixwazin ku ev yekitî di berjewendiya welat, gel û mûçexwerên Herêma Kurdistanê be were pêkanîn."

'ME DI DERBARÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ DE DOZ VEKIR'

[Xwepêşandanên li Silêmaniyê]
© Foto: Twitter
Xwepêşandana mamosteyan li Silêmaniyê bi dawî bû
Tahir di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku divê ew kom û parlamenterên kurd wisa kar bikin ku Iraq ji bo bicihanîna erka xwe neçar bimîne û her wiha got ew ê di derbarê aliyên ku rê li ber pêkhatina yaseya bûdceyê digirin de li Dadgeha Federalî ya Navneteweyî ya Iraqê dozê vekin.

Di derbarê mijarê Parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir jî derbirî ku wan hemû koman ji bo doza yaseyî ya di derbarê hikûmeta navendî ya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de serî li Dadgeha Federalî ya Iraqê daye û got, "Ji ber ku pêkanîna yaseya bûdce û mûçeyên karmendan nemaye, em ê doza di derbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetir bikin. Ew sîstema ji bo paşxistina mûçeyan bi kar tînin û ev sîstem jî ne yaseyî ye."

...
0 0

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1591 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:15