Encumena Asayiş: Diviya ew hêrs û nerazîbûn li dijî Bexdayê hatiba nîşandan

Encumena Asayişa Kurdistanê li ser alozî û xwepêşandanên du rojên borî yên Başûrê Kurdistanê ragihand, xwepêşandan ji rêça xwe derket, diviya ew hêrs û nerazîbûn li dijî zordariya Bexdayê hatiba nîşandan.
20.12.2017, Çar - 13:17
Encumena Asayiş: Diviya ew hêrs û nerazîbûn li dijî Bexdayê hatiba nîşandan
Nuçe Belav bike

Encumena Asayişa Kurdistanê li ser alozî û bûyerên du rojên borî yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Encumena Asayişê di daxuyaniyê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, xwepêşandana aştiyane mafekî rewa yê welatiyan e lê mixabin ew alozî û bûyerên ku di heyama çend rojên borî de qewimîn, nîşan dank u xwepêşandan ji rêça xwe derketiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku diviya ew hêrs û nerazîbûn li dijî zordariya Bexdayê hatiba nîşandan ku piştî bûyerên 16 Cotmehê, dest bi dorpêç û birçîkirina gelê Kurdistanê kiriye.

Encumena Asayişa Kurdistanê ji welatiyan xwastiye, hişyar bin û rê nedin ti kes û aliyek nerazîbûn û hêrsa wan ya reww bo pilanên xwe yên kirêt bikar bînin.

Encumenê ferman daye tevahiya hêz û dezgehên ewlehiyê jî mal, can û cihên giştî biparêzin û bi awayekî berpirsane rûbirûyê her hereketeka xirabkarane bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:28:08