Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina teroristekî mezin ê DAIŞê radigehîne

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina teroristekî mezin bi navê Suqrat Xelîl ku wekî Ebdula Eltefxîx tê naskirin radigehîne, ku kesatiyekî nêzîk û bawerpêkirî yê Xelîfeyê Mezin ê DAIŞê bû.
18.05.2024, Cts - 09:28
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina teroristekî mezin ê DAIŞê radigehîne
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, pisporê bombeyan Suqret Xelîl ku wekî Ebdulla el-Tefxîx jî tê naskirin emîrekî pilebilind ê DAIŞê bûye û pisporê bombeyan bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Suqret Xelîl 2013an pêwendî bi DAIŞê re daniye û “kesekî nêzik ê pêbawer ê xelîfeyê DAIŞê bûye û 2014an di dagirkirina Mûsilê de rola xwe hebûye.”

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn ku Suqret Xelîl ango Ebdulla el-Tefxîx di tomarên DAIŞê de wekî “Usame Xelîl Îsmaîl Hemûd Elhemdûnî” hatiye tomarkirin û di nav DAIŞê de çend pileyên wî yên emîrtiyê hebûne û li Mûsilê pisporê çêkirina bombeyan bûye.

Di sala 2018an de bi fermana xelîfeyê DAIŞê bi pasaporteke sexte ku bi navê Emar Hazim Mihemed jê re hatibû derxistin, dîsa vegeriya Mûsilê.

5 milyon dolar gihand DAIŞê

Wî 5 milyon dolarên ku ji aliyê DAIŞê ve li taxa kevin a bajêr ku bi navê Medîneya Qedîm tê naskirin hatibû veşartin derxist û radestî yekîneyên leşkerî yên rêxistinê kir.

Suqret Xelîl ku bi navê “Ebdullah El-Tefxîx” tê naskirin, di sala 1987an de li Mûsilê ji dayîk bûye.

Di vîdyoya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê de li xwe mikur hat ragihand ku ew di sala 1987ê de li Mûsilê ji dayîk bûye.

Li gorî vîdeoya ku Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Suqret Xelîl li xwe mikûr hat ku 2013an pêwendî bi DAIŞê re daniye û 2014an tevlî DAIŞê bûye.

Herwiha di vîdeoyê de Suqret Xelîl paşê behsa êrişa DAIŞê ya Mûsilê û dagirkirina wê dike.

Dema xwest derbasî Herêma Kurdistanê bibe hat girtin

Li aliyê din, Ebdullah El-Tefxîx got ku ew ji bo çend mehan bi pasaporteke sexte çûye Tirkiyeyê û ji ber pirsgirêkan mecbûr maye vegere Kerkûkê û ji wê derê jî çûye Bexdayê.

Lê nikaribiye li Bexdayê jî bimîne careke din bi nasname û pasaporteke sexte çûye Tirkiyeyê û piştî 5 salan biryar daye ku bê Herêma Kurdistanê.

Dema ku hewl daye bi nasname û pasaportên sexte derbasî Herêma Kurdistanê bibe ji aliyê asayîşî ve hatiye girtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 818 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:05:08