Encumena Asayişa Kurdistanê: Tola şehîdan hat hildan

Encumena asayişa Herêma Kurdistanê ragehand, tola wan pêşmerge û sivîlên ku di êrişa DAIŞê de li gundê Xidircîce yê Mexmûrê şehîd bibûn, hat hildan.
15.07.2022, Cum - 05:47
Encumena Asayişa Kurdistanê: Tola şehîdan hat hildan
Nuçe Belav bike

Encumena asayişa Kurdistanê vê êvarê ragehand, hêzên wan bi hemahengî ligel hêzên hevpeyman û hêzên Iraqî karîn şeva 5 vê mehê di operasyoneka taybet de, ku wek operasyona tolhildanê hatibû binavkirin, 4 terorîstên DAIŞê bikujin ku destê wan di êrişa gundê Xidircîce yê Mexmûrê û şehîdkirina 10 pêşmergeyên Kurdistanê û 3 birayên sivîl de hebûne.

Encumenê da zanîn jî, piştî dûvçûnên hûr tohmetbarek bi navê Q.Y.I.H jî hat girtin û li wê yekê mukir hat ku di êrişa gundê Xidircîce de alîkariya terorîstan kiriye.

Şeva 2 Kanûna sala 2021, terorîstên DAIŞê êrişî gundê Xidircîce yê Mexmûrê kirin. Di wê êrişê de 10 pêşmerge û 3 sivîl hatin şehîdkirin ku her sê sivîl birayên hev bûn.

Naveroka daxuyaniya encumena asayişa Kurdistanê wiha ye:

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:58