Encumena Asayîşa Kurdistan: Heşdî Şabî û Iraqê 4 milan ve êriş kir

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistan îro di derbarê êrişande daxûyaniyek weşand û bang li Bexdayê kirin ku dev ji van êrişan berde û destbi diyalogê bike.
26.10.2017, Per - 13:02
Encumena Asayîşa Kurdistan: Heşdî Şabî û Iraqê 4 milan ve êriş kir
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê derbarê şerê îro de daxuyaniyek belav kir.

Di daxûyaniyê de te gotin, ku Hêzên Pêşmerge bi awayeke qehremanî li dijî êrîşên artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şeibî ya piştgiriya sipaha pasdarên Îranê re bersiv daye û di encamê de 3 tanq û 5 hamvî û 1 bacer a dijmin hatine têkbirin.

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî ya Îranî bi çekên Amerîka yên wek hamvî û tankên giran û wesayîtên bacer ên leşkerî ve êrîşên xwe yên li ser binkeyên Pêşmerge berdewam dikin.

Ev binpê kirina aşkera ya destûra Iraqê ye ku bikaranîna hêz ve çareseriya pirsgirêkên siyasî dixwazin pêkbînin.

Em bi tundî wan sînor bezandina Iraqê şermizar dikin. Civaka navnetewî pêwîstbû du heftî berî naha reftarên xirab ên Iraqê şermizar kiriban.

Iraqê hin navçeyên aram jî têkdane û zêdetirî 150.000 kes koçber bûne û metirsî bo asayîşê çêkiriye.

Her wiha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê destnîşan dike û dibêje, pêwîstbû du heftî berî niha civaka navnetewî li hember reftarên xirab ên Iraqê helwêst nîşandaba û şermizar bikira.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:57