Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi beşdariya hemû aliyan dicive

Civîna yekem a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî zêdetirî 8 mehan ji hilbijartinan, îro tê kirin.
11.07.2024, Per - 11:29
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi beşdariya hemû aliyan dicive
Nuçe Belav bike

Yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê piştî hilbijartinên dawiya sala borî, biryar e îro 11ê Tîrmehê piştî nîvro, li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî were pêkanîn.

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî ji peyamnêrê K24ê re ragihand, wan hemû amadekariyên bo yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê temam kirine.

Anî got jî: “Civîna ku tê çaverêkirin hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hilbijartina hikûmeta xwecihî û dabeşkirina postan, gaveke girîng e.”

Herwiha got: “Welatiyên Kerkûkê li benda pêkanîna hikûmeta nû ya xwecihî ne û daxwaza xizmetgûzariyên giştî dikin.”

Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 16 endaman pêk tê û ji bo lidarxistina civînê, pêwîstî bi piraniya sade ku 9 endaman in, heye.

Fraksiyona PDK: Emê beşdarî civînê bibin

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji ajansa K24ê re ragihand, ew weke Fraksiyona PDKê dê beşdarî civîna îro bibin.

Li gorî Hesen Mecîd, di civîna îro de Serok û Cîgirê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nayên hilbijartin, ev civîn tenê ji bo “meşrûkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û lidarxistina civîna yekem e.

Derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de jî Serokê Fraksiyona PDKê got: “Heta niha aliyên siyasî li ser avakirina hikûmeta xwecihî û hilbijartina parêzgar li hev nekirine. Çend pêşniyar ji bo çareserkirina

 

Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:04