Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 8ê Sibata 2023an dicive û çend mijarên giring gotûbêj dike.
08.02.2023, Çar - 09:14
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive
Nuçe Belav bike

Li gorî Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di xala yekem a civînê de dê raporek derbarê erdheja dawî ya li Herêma Kurdistanê û tedbîrên ji bo xweparastin û alîkariya her du welatên cîran (Sûriye û Tirkiyê) bên pêşkêşkirin.

Xala duyem a civînê jî dê ji bo gotûbêjkirin û pesendkirina projeyasaya “cîbicîkirina yasaya li dijî şûştina pereyan û fînansekirina terora federalî” li Herêma Kurdistanê û “Rêbazên Desteya Bexşîna Baweriyê bi Perwerde û Bernameyên Xwendina Bilind” be.

Nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê projeyasaya Dadgeha Bilind a Federal de dê di xala sêyemîn û dawî ya civînê de were pêşkêşkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:06:57