Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pirsa bûdce û benzînê gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 2ê Tebaxa 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
02.08.2023, Çar - 11:06
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pirsa bûdce û benzînê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Li daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di mijara yekem a civînê de, pêşhatên dawî yên cîbicîkirina yasaya bûdceya Iraqê ya sala 2023-2025an, dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin.

Rewşa elektrîk û benzînê li Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê ye û di xala duyem ya civînê de jî tê gotûbêjkirin.

Di mijara sêyem û ya dawî de, projeya dayîna pereyan bi şêweyê elektronîk û projeya dayîna mûçe bi rêya hesabên bankê dê werin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:42