Encûmena Wezîran çend babetên giring gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 26ê Nîsana 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
26.04.2023, Çar - 09:33
Encûmena Wezîran çend babetên giring gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de çend mijar tên gotûbêjkirin; xala yekem taybet dibe bi pêşkêşkirina encamên serdana tîma Encûmena Wezîran bo Cîgirê Serokwezîr.

Di xala duyem de proseya wergirtina genimê îsal yê cotkaran ji aliyê Wezareta Bazirganî ya Iraqê ve tê pêşkêşkirin.

Xala sêyem û dawî jî taybet dibe bi pêşkêşkirina projeyasaya karkirin û sererastkirina yasaya rêkxistina karê ewlehiyê yê Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:54