Encûmena Wezîran çend pirsên giring gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 17ê Tebaxa 2022an, civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.
17.08.2022, Çar - 11:08
Encûmena Wezîran çend pirsên giring gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

- Pêşkêşkirina encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja 23ê Tîrmeha 2022an de bo Bexdayê û civîna wê ligel Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê û Serokê Encûmena Nûneran.

- Pêşkêşkirina kurteya serdana Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan bo welatê Ermînyayê.

- Pêşkêşkirina kurteya serdana şanda leşkerî ya Herêmê bo Brîtanya û Amerîka.

- Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê daxwazên nerewa yên Wezareta Petrola Iraqa Federal li hember Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompanyayên navdewletî yên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de.

- Pêşkêşkirina raporta Wezîrê Şarewanî û Geştûguzar derbarê rewşa xizmetguzariya dabînkirina ava pak ji welatan re.

- Pêşkêşkirina çend pêşniyarên taybet bi cibicîkirina babeta xaneşînên pileyên taybet û pileyên bilind di yasaya çaksaziyê ya hejmar (2) sala 2020.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:20:42