Encûmena Wezîran danîna mekanîzmayên pêwîst bo cîbicîkirina biryara rêkxistina darayî ya giştî gotûbêj dike

Encûmena Wezîran îro 24ê Gulana 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
24.05.2023, Çar - 09:02
Encûmena Wezîran danîna mekanîzmayên pêwîst bo cîbicîkirina biryara rêkxistina darayî ya giştî gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Li daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de çend mijar tên gotûgêjkirin. Mijara yekem taybet dibe bi pêşkêşkirina pêşhatên dawî yên projeyasaya budceya Iraqê bo sala 2023 – 2025.

Di Mijara duyemîn a civînê de dê li ser encamên civîna roja 22ê Gulana 2023an ya teybet bi danîna mekanîzmayên pêwîst ji bo cîbicîkirina biryara civîna berê ya Encûmena Wezîran li ser rêkxistina darayî ya giştî be.

Di Mijara sêyem a civînê de dê ji bo pêşkêşkirina projeyasaya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:37:28