Encûmena Wezîran dawî pêşhatên projeyasaya budceya Iraqê gotûbêj dike

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina dawî pêşhatên projeyasaya budceya Iraqê dicive.
07.06.2023, Çar - 10:30
Encûmena Wezîran dawî pêşhatên projeyasaya budceya Iraqê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyariyan beav kir, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 7ê Hezîrana 2023an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Diyar kir jî, di civînê de çend mijar tên guftûgokirin. Mijara yekem dê ji bo pêşkêşkirina pêşhatên herî dawî yên projeyasaya budceya federal a Iraqê ya sala 2023-2025an û mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê be.

Di mijara duyem de, dariştina koda avahîsaziyê li Herêma Kurdistanê û rênimayiyên nû yên Wezareta Şaredariyan bo pilandanan û tomarkirina elektronîkî ya milkên dewletê li Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin.

Mijara sêyem jî taybet dibe bi cîbicîkirina biryara berê ya Encûmena Wezîran a derbarê diyardeya SIM karta bêxwedî, otomobîlên bê qeyd û çekên bê molet.

Di Mijara çaremîn de jî, Encûmena Wezîran dê li ser rêyên giştî yên qedexekirî yên li derveyê bajaran û rêgirtin û rakirina zêdegaviyên li ser wan gotûbêj bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:34:10