Encûmena Wezîran du mijaran gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û gotûbêjan li ser reşnivîsa projeyasaya cîbicîkirin û sererastkirina yasaya karantînaya çandiniya federal û projebiryara Encûmena Wezîran a derbarê cîbicîkirina maddeya (9) a yasaya çaksaziyê dike.
05.10.2022, Çar - 14:31
Encûmena Wezîran du mijaran gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, îro 5ê Cotmeha 2022an Encûmena Wezîran bi serperistiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Diyar kir jî, civîn ji du beşan dibe, di beşa yekem de dengdan li reşnivîsa projeyasaya cîbicîkirin û sererastkirina yasaya karantînaya çandiniya federal a hejmar 76 a sala 2012an tê kirin.

Da zanîn jî, di beşa duyem a civînê de jî, projebiryara Encûmena Wezîran a derbarê cîbicîkirina madeya (9) a yasaya çaksaziyê tê pêşkêşkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:31