Encûmena Wezîran hin pirsên giring gotûbêj kirin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 9ê Mijdara 2022yan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
10.11.2022, Per - 05:46
Encûmena Wezîran hin pirsên giring gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma wezarî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a PDKê. Piştre Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd bi navê tîma wezarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm bi navê Tevgera Goranê, herwiha endamên din ên encûmenê, pîrozbahî li tîma wezarî ya PDKê kirin bi boneya serkeftina karên Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Di civînê de li ser biryareke berê ya Encûmena Wezîran a derbarê nexşerêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pêwendiyên nû yên navbera Hewlêr û Bexdayê, piştî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî gotûbêj hat kirin.

Herwiha li ser mekanîzmaya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê gotûbêj hat kirin, ku wek di bernameya kar a kabîneya nû de hatiye û ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin, bi taybetî jî dosyeya maddeya 140 a destûrê ya derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, herwiha beşa budceya Herêma Kurdistanê û dosyeya petrol û gazê û beşdariya şayeste ya Herêma Kurdistanê di saziyên federalî de û mijara maf û heqên destûrî yê Pêşmerge û mijarên din ên wek projeyasayên Dadgeha Federal, Encûmena Federal û petrol û gazê.

Piştî gotûbêjkirina van mijaran, biryar hat dayîn ku şanda danûstandinê ya ligel hikûmeta federal ji bo birêzan were pêkanîn; Wezîrê Darayî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê bi wekalet, Wezîrê Plandanînê, Serokê Dîwana Encûmeba Wezîran, Sekreterê Encûmena Wezîran, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûnê û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha hatin erkdarkirin ku di çarçoveya mafên destûrî û biryarên Encûmena Wezîran a derbarê dosyeyên rawestandî de, di demeke herî nêz de, dest bi gotûbêjan bikin û tekezî li cîbicîkirina karnameya hikûmeta federal û ew rêkeftinên siyasî hat kirin, ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser wan hat dayîn.

Di beşa duyem de ji aliyê Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ve, pêngavên amadekirina projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin û ji bo vê mebestê jî, aliyên pêwendîdar dê werin erkdarkirin ji bo karkirina li ser vê mijarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:11