Encûmena Wezîran kêşeyên ava vexwarinê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro roja çarşemê 24ê Tebaxa 2022yan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
25.08.2022, Per - 05:38
Encûmena Wezîran kêşeyên ava vexwarinê gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser mijara gotûbêjên li ser encamdana proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û tekez kir ku ew li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel wê yekê ne ku rêz li dema yasayî were girtin û hilbijartin di dema xwe de were encamdan û neyê paşxistin.

Piştre, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî raporteke berfireh li ser sektora ava vexwarinê ya li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Di raportê de bi zanyarî û datayan, kêşe û astengî û girift û pêşniyar û rasparde û planên demkurt û bilez û demdirêj û stratejîk ji bo çareserkirina kêşeya ava vexwarinê hatibûn eşkerekirin, di nav wan de jî amaje bi çavkaniyên av hatibû kirin ku rojane zêdetirî sê milyon û sed û bîst û pênc hezar metre sêca av tê dabînkirin û lêçûna berhemanîna avê, salane bi qasî 500 milyar Dînar dibe li ser budceya hikûmetê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê kir ji bo amadekirina vê raporta taybet û tekez kir, erkê pêşîn ê Hikûmeta Herêmê ye ku hemû hewldan werin kirin ji bo dabînkirina ava pak û paqij ji bo welatiyan, lê belê di heman demê de kêşe û qeyrana kêmaviyê jî li ber çavan were girtin û divê bi her awayî bixebitin ji bo rêgirtina li hederkirina avê û bikaranîna wê ya zêde, bi taybetî guherîna keş û hewa û encamên wê yên neyînî, gefeke cidî ye li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, ku duçarî qeyrana kêmavî û hişkesalî û kêmbûna baranê û kêmbûna ava bin erdê û ser erdê dibe û divê ji hemû aliyan ve, amadekariyên pêwîst werin kirin ji bo rûbirûbûna vê qeyranê û sînordarkirina bandorên wê yên neyînî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:19