Encûmena Wezîran li ser du mijaran dicive
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civîna xwe ya asayî li dar dixe. Mijarên sereke yên civînê, pirsgirêka mûçeyên fermanberan û rewşa sîgorteya civakî ya karkeran e.
25.06.2025, Çar - 11:33

Civîn îro 25ê Hezîranê, saet 10:00'ê sibehê li Hewlêrê dest pê kir û li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojev ji van du xalan pêk tê:
Xala Yekem:
Gotûbêjkirina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û çarenivîsa mûçeyên fermanberan tê kirin ku ev du meh in bi biryareke "nedestûrî" ya Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê, şandina heqdestên darayî yên Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Herwiha hewldanên dawî yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dê bên nirxandin.
Xala Duyem:
Pêşkêşkirin û gotûbêjkirina raporeke Wezareta Kar û Karûbarên Civakî / Rêveberiya Giştî ya Kar û Sîgorteya Civakî. Ev rapor taybet e bi mijara xanenişînî û sîgorteya civakî ya karkeran li Herêma Kurdistanê û dê tê de amar û zanyariyên nû yên derbarê pêşketinên di vî warî de bên pêşkêşkirin.
Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:19