Encûmena Wezîran rewşa mûçeyan li Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Encûmena Wezîran îro civîna xwe ya asayî lidar dixe û derbarê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyan li Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.
06.09.2023, Çar - 10:24
Encûmena Wezîran rewşa mûçeyan li Herêma Kurdistanê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 6ê Îlona 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna dicive.

Di xala yekem a civînê de pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî, rewşa mûçeyan li Herêma Kurdistanê û encamên civîna dawî ya şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hevtayên xwe yên li Bexdayê tên gotûbêjkirin.

Di xala duyemîn a civînê de jî dê komnivîsa hevpar ya Wezareta Şaredarî û Tûrîzmê, Desteya Giştî ya Geştûguzarî û Wezareta Darayî û Aborî yên taybet bi pêdaçûna di xişteya wergirtina baca firotinê li ser xizmetguzariyên proje û binkeyên geştiyariyê bên pêşkêşkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 584 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:57:30