Encumena Wezîran ya Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive

Encumena wezîran ya Kurdistanê dê civîna xwe ya heftane bi serokatiya Mesrûr Barzanî pêk bîne.
15.06.2022, Çar - 07:38
Encumena Wezîran ya Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive
Nuçe Belav bike

Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15 Hezîrana 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî civîna xwe ya asayî dike.

Li gor karnameya civînê, ev babetên li jêr tên gotûbêjkirin:

- Encama serdana şanda Herêmê bo Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal li Bexdayê, taybet bi raporta tîma hevbeş a çavdêriya darayî.

- Şandina sêyemîn raporta taybet bi yasaya çaksaziyê bo Parlamentoya Kurdistanê.

- Reşnivîsa Komîta Bilind a Çareserkirina Pirsgirêka Mulkdariya Kirîstiyanan.

- Pêşniyara dirêjkirina heyama karkirina bi biryara Encumena Wezîran (132) ya taybet bi kêmkirina rêjeya % 15 ji wan pêşîneyên ku hikûmet pêşkêşî welatiyan dike wek (pêşîneyêm xanûber, qerzên biçûk, pêşîneyên Banka Çandiniyê û pêşîneyên pêşesazî û geştiyarî), Peywirên darayî yên kombûyî yên Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, destebera civakî, sizakirina derengmayînê û sûd li ser bacan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:06:13