Endamê polîtburoya YNK Azad Cundiyanî istîfa kir
Endamê polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî, ku beriya niha berdevkê YNKê jî bû, nameyek ji cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê re şand û bi yekcarî ji YNKê îstifa kir.
11.02.2017, Cts - 07:11
Endamekî Polîtburoya YNKê him dest ji endamtiya polîtburoyê him jî dest ji partiya xwe berda.
Endamê polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî, ku beriya niha berdevkê YNKê jî bû, nameyek ji cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê re şand û bi yekcarî ji YNKê îstifa kir.
Li gorî agahiyan heta niha nayê zanîn wî rayedarê YNKê çima ji partiya xwe îstifa kiriye.
Azad Cundiyanî di nav YNKê de nêzîkî baskê cîgirên Talebanî bû. Di nav YNKê de niha du bask hene; baskê hevjîna Talebanî û baskê cîgirên Talebanî.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:33:50