Endamên Komîteya Navendî ya PDKê têne hilbijartin

Di roja sêyem a birêveçûna Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), endamên Komîteya Navendî têne hilbijartin.
05.11.2022, Cts - 08:15
Endamên Komîteya Navendî ya PDKê têne hilbijartin
Nuçe Belav bike

Îro 5ê Mijdara 2022yan, Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê berdewam dibe û di roja sêyem a kongreyê de endamên Komîteya Navendî têne hilbijartin.

Endamê Kongreya PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihan, 41 endamên Komîteya Navendî ya PDKê bi hilbijartinê ji aliyê endamên Kongreya 14an a PDKê ve têne hilbijartin û 10 endamên din jî rasterast bûne endamên Komîteya Navendî.

Duh 4ê Mijdara 2022yan, di roja duyem a Kongreya 14an a PDKê de proseya dengdanê bo îro hat paşxistin, her yek ji Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Îzedîn Berwarî, Ebdulmuheymîn Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fûad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr bi piştgiriya Serok Barzanî bûn endamên Komîteya Navendî.

Yek ji wan guherînên PDKê di vê kongreyê de, guhertina navê Encûmena Serkirdetiyê bû û navê wê bû Komîteya Navendî, herwiha navê Encûmena Serkirdetiya Parêzgehan jî, bo Ofîsa Rêxistinê hat guhertin.

Di roja yekem a kongreyê de bi yekdengiya endamên kongreyê, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin. Her yek ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji aliyê endamên kongreyê ve, wek cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin hilbijartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:49:28