Êrîşa Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya li hember DAIŞê destpê kir

Serê vê sibehê 19.07.2022yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê li çiyayê Qereçûxê dest bi operasyonekî hevbeş kirin û êrîşê binkeyên terorîstên DAIŞê kirin.
19.07.2022, Sal - 08:43
Êrîşa Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya li hember DAIŞê destpê kir
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên BasNewsê piştî zincîreyekî civînên dema borî û piştî danîna plana operasyona hevbeş, îro li çiyayê Qereçûx a ser bi qeza Mexmûr a ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Nînowa destpê kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê operasyon bi hemahengiya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û ji aliyê din ve jî Hêzên Hevpeyman a li dijî DAIŞê ve birêve diçe. Armanca operasyonê jinavbirina paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê ye ku hîn guman heye li sînorê çiyayê Qereçûx û navçeyên derdora wê mabin.

Mexmûr ser bi parêzgeha Hewlêrê ye û di çarçoveya proseya ereb kirinê de sala 1997ê ji aliyê rejîma Beis ve dan ser parêzgeha Nînowa. Piştî jinavçûna DAIŞê û bi taybet jî piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê li navçeyê valatiya ewlehiyê çêbû. Terorîstên DAIŞê çend binke li çiyayê Qereçûxê danîn û ji wê derê ve êrîşî gundên kurdan dikir û xelk direvandin an jî dikuştin. Her di wê çarçoveyê de dawiya sala 2021ê êrîş kirin ser gundê Xidircîce û hejmarek Pêşmerge û hemwelatî şehîd kirin, ku sê kes ji wan şehîdan bira bûn.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 622 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:57