Eşîretên ereb ên Nînowa bangî Barzanî kirin: Serxwebûna Kurdistanê îlan bike!

20 eşîrên ereb ên Mûsilê piştgirî dane bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û bangî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin ku serxwebûnê îlan bike.
03.04.2017, Pts - 09:25
Eşîretên ereb ên Nînowa bangî Barzanî kirin: Serxwebûna Kurdistanê îlan bike!
Nuçe Belav bike

Eşîretên ereb ên Nînowa daxwaza cudabûna Kurdistanê dikin û radigehînin serokê parlamentoya Iraqê kesek kirêgirtiye.

Berdevkê fermî yê eşîretên ereb ên parêzgeha Nînowa Şêx Muzahîm Ehmed daxuyaniyek da û bersiva dengdana parlamentoya Iraqê ji bo daxistina ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê da û ragehand, dengdan bi tehrîka aliyên derve ve pêkhatiye û ‘’Mafê Kurdistanê heye li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî ala Kurdistanê bilind bike û serbixwe be.’’

Li gor Şêx Muzahîm Ehmed balyozê Îranê li Iraqê pişt biryara parlamentoya Iraqê bû û serokê parlamentoyê Selîm Cibûrî jî kesek kirêgirtî û alîgirê Nûrî Malikî ye.

Daxuyaniyê de hat gotin, Eşîretên ereb ên Nînowa Kerkûk û hemû ew navçeyên ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine rizgar kirin beşek ji axa Kurdistanê dibînin û daxwazê ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dikin, cudabûna herêma Kurdistanê rabigehîne.

Eşîretên ereb ên Nînowa ku beşek ji wan ketine nav axa Kurdistanê, xwe wek Kurdistanî pênase dikin û di daxuyaniyê de amaje bi vê yekê dikin ku ew amade ne biçin Kerkûkê û li hember wan grub û aliyên dijî Kurdistanê ne rawestin, ku hewl didin nêzîkî Kerkûkê û navçeyên din bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:04:08