Êzdiyan hin rênmayî ji bo Cejna Cema derxistin

Wekîlê Mîrê Êzdiyan ragehand, îsal ji bo Cejna Cema tê pêşbînî kirin ku 200 hezar ziyaretkar serdana perestgeha Laleşê bikin
27.09.2022, Sal - 13:23
Êzdiyan hin rênmayî ji bo Cejna Cema derxistin
Nuçe Belav bike

Wekîlê Mîrê Êzdiyan ragehand, îsal ji bo Cejna Cema tê pêşbînî kirin ku 200 hezar ziyaretkar serdana perestgeha Laleşê bikin û her naha amadekarî ji bo Cejna Cema destpê kirine û çend rênmayî ji bo bêhtir rêxistin kirina Cejna Cema hatine derxistin.

Wekîlê Mîrê Êzdiyan Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îsal ji bo Cejna Cema çend rênmayiyekî nû hatine derxistin, ew jî wisa ne; Ew kesê serdana perestgeha Laleşê dikin divê cilûbergên wan guncaw û maqûl bin û nabe çek bikar bê. Divê paqijiya perestgeha Laleşê bê parastin û nabe amûrên mûzîkê bikarbên. Xala herî giring jî ew kesên serdana Perestgeha Laleş bikin pêlavên xwe daynin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Xelkê Êzdî li hemû welatan ve serdana Perestgeha Laleşê dikin, ku beşdarî merasîmên Cejna Cema bikin û îsal jî pêşbînî tê kirin ku bêhtirî 200 hezar ziyaretkar serdana Perestgeha Laleşê bikin.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:30