Fûad Masûm derbarê '6 xalan' de daxûyanî da

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm ragihand ku qet peyam û şertên rêveeriya Bexda ne gihandiye rayedarê YNK'ê.
14.10.2017, Cts - 07:42
Fûad Masûm derbarê '6 xalan' de daxûyanî da
Nuçe Belav bike

Nivîsîngeha Ragihandina Serokomariya Iraqê ragihand, ku Fuad Mehsûm di serdana xwe ya Silêmaniyê de ti peyam, daxwaz an jî mercên hikûmeta Iraqê û aliyekî din ê peywendîdar jî bi fermî yan nîv fermî ji YNK û Hikûmeta Kurdistanê re nebiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku derbarê awayê çareserkirina kirîz û pirsgirêkan de nerîn û hizrên Serokomar hene.

Ev daxuyanî di demekê de ye, ku Fuad Mehsûm şeva derbasbûyî bi serdanekê gihişte Silêmaniyê û derbarê rewşa Kerkûkê de bi serkirdtiya YNK re civiya. Hqate gotin, ku Mehsûm şeş daxwazên Ebadî û Heşda Şeibî gihandiye YNKê.

Li gorî zanyariyên Rûdaw daxwazên hevbeş yên Heyder Ebadî û Heşda Şeibî dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê parêzgarya Kerkûkê û radestkirina bîrên petrolê, vegerandina pêşmerge ye bo wan cihên beriya Hezîrana 2014ê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:28:15