Fermandarekî Pêşmerge tê dadgehîkirin

Bi tometa kuştina xwepêşandarekî, wezareta Pêşmerge fermandar li yekîneyên 70 Lîwa Hacî Osman û 6 zêrevanên wî radestî dadgehê kir.
09.08.2022, Sal - 13:05
Fermandarekî Pêşmerge tê dadgehîkirin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî pilebilind di nava Hêza 70 a Hêzên Pêşmerge de ku ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve ye ji ragihand, Lîwa Osman Hesen ku wek Hacî Osman tê naskirin, bi tohmeta gulle berdane xwepêşanderên navçeya Kifrî ya Silêmaniyê radestî dadgehê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ji got, “Lîwa Osman Hesen li cihekî taybet li cem me di zindanê de bû û îro li ser biryara dadgehê xwe radest kir.”

Wî herwiha diyar kir, li gor zanyariyên ku hene, heta niha tenê ew fermandarê Pêşmerge hatiye radestkirin.

Li aliyekê din, Berdevkê Polîsê Germiyanê, Elî Cemal Qidûrî ji Rûdawê re ragihand, “Îro Lîwa Osman Hesen fermandarê berê yê Lîwaya 136 a Yekîneya 70 a Pêşmerge tevî 6 pasevanên xwe, xwe radestî dadgeha navçeya Kifriyê kirine.”

Berdevkê Polîsê Germiyanê diyar kir, ew kes li gor benda 406 a qanûna cezayê ya Iraqê ku taybet bi kuştinê ye, hatine desteserkirin û dê îfadeya wan bê wergirtin, piştre jî dadgeh dê biryarê li ser desteserkirina wan bide.

Di xwepêşandan û aloziyên roja 10ê Kanûna 2020an de li navçeya Kifrî ya parêzgeha Silêmaniyê, bi sedema teqekirina hêzên emnî ciwanekî 21 salî yê bi navê Şivan Mihemed û birayekî wî birîndar bûbûn, ku paşê Şivan ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest dabû.

Malbata Şivan paşê li dadgehê giliya Fermandarê Lîwaya 136 a Hêza 70 a Pêşmerge kiribû.

Roja 14ê Kanûna 2020an, Mihemed Şikur bavê Şivan ji Rûdawê re gotibû, Me giliya xwe kir, me dosye daye dadgehê. “Em daxwaz dikin ew xelkên ew alozî çêkirine, bên darizandin, ewên teqe li xwepêşanderan kirine li dadgehê amade bin û îfadeyên wan bên wergirtin û bên cezakirin.”

Bûyer li navenda bazara Kifriyê li nêzîk baregeha navçeya PDKê û Polîsê Berevaniya Sivîl çêbûbû. Dadgeh ji bo ku bizanibe bûyer çawa çêbûye, gotina şahidan wergirtibû, herwiha sûd ji dîmenên kamêrayên çavdêriyê jî wergirtibû.

Di xwepêşandanên sala 2020 de li Kifriyê, du kesan jiyana xwe ji dest dabûn û du kes jî birîndar bûbûn, herwiha Navenda Polîsê Trafîkê, Fermangeha Veternerî û Komîteya YNKê ya Raperînê hatibûn şewitandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:25:20