Fermandeyê Pêşmerge: Em li hember hêza ku, serweriya me binpê bike bêdeng namînin

Fermandeyê mihwerê Germesêrî yê Hêzên pêşmerge Mehmûd Sengawî ragehand ku, her hêzeka ku, serweriya me binpêbike dê bersiva wê bidin û bê deng namînin.
10.09.2017, Paz - 10:34
Fermandeyê Pêşmerge: Em li hember hêza ku, serweriya me binpê bike bêdeng namînin
Nuçe Belav bike

Fermandeyê mihwerê Germesêrî yê Hêzên pêşmerge Mehmûd Sengawî ji BasNewsê re ragehand ku, omîda me ewe Heşda Şeibî wan daxuyaniyên xwe jibîr bike, ji ber ku, gelek hêzên siyasî û desthelat hatin û êrîşî Kurdan kirin lê bi serneketin û têkçûn û Kurd her li cihê xwe man.

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, dostaniya me ligel Ereban dirêje û hêvîdikin ew dostanî bimîne û negihe asteke nexwestî.

Berî niha Berdevê Heşda Şeibî ragehandibû ku, rêkê nadin li Xurmatû referandoma serxwebûna Kurdistanê were encamdan, Sengawî derbarê wê axiftinê de got ku, eger Heşda Şebî dive referandom bi alozî bi rêve biçe li wê navçeyê em bê bersiv namînin û dê bergiriyê bikin .

Fermandeyê mihwerê Germesêrî yê Hêzên pêşmerge Mehmûd Sengawî da zanîn ku, her hêzeka ku, serweriya me binpêbike dê bersiva wê bidin û bê deng namînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:17:32